25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo koça dawî ya Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat peyamek belav kir û tê de got, Xwedê jêrazî rêber û kesayetiyekî bi bandorê olî ya Iraq û cîhan bû û rola wî li kûrkirina tebayî û birayetiyê de hebû û hemû demekî mijulî pêkvejiyan û aştiya di navbera pêkhatan û peyrewên olên cûdayan bûye.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo Dêra (Kinîseya) Aşûrî ya Rojhilat

Gelek bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Qedasetê Patrîk Mar Denxayê Çarem bihîst ku li 26 ê Adara 2015 li Wîlayeta Minîsotaya Amerîka koça dawî kiriye. Xwedê jêrazî rêber û kesayetiyekî bi bandorê olî ya Iraq û cîhan bû û rola wî li kûrkirina tebayî û birayetiyê de hebû û hemû demekî mijulî pêkvejiyan û aştiya di navbera pêkhatan û peyrewên olên cûdayan bûye.

Bi vê xemgîniyê ve serxweşiya xwe pêşkêşî Desteya Dêra Aşûrî ya Rojhilat û hemû bawermendên vê Dêrê û malbat û kesukarên xwedê jêrazî Qedasetê Patrîk Mar Denxayê Çarem dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi me hemû aliyek bibexşê û xwedê jêrazî bibe ber rehmet û dilovaniya xwe û ruhê wî şad bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.03.2015

Nûçeyên têkildar