John Kerry: Esed dektatorekî hov e..Rewatiya wî jî nemaye

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di civînekê de ligel serokê berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê Ehmed Muaz Xetîb, ku duh 26ê Adarê birêve çûbû, tekez li ser pêdagiriya Amerîka ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê kir.
John Kerry ragihand jî ku, dê ew çareseriya siyasî li ser bingeha “bendên Cenvê” be, ku tekez li ser veguhestina desthilatê û pêkanîna hikûmetek veguhez bi desthilatên temam dike.
Kerry amaje bi helwesta welatê xwe li ser Serokê Sûriyê Beşar Esed kir û got: “Esed dektatorekî hov e û ti rewatiya wî ji bo serkêşiya Sûriyê nemaye.”
Di heman civînê de ku, Alîkarê Wezareta Derva ya Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Jêrîn “Anne Patterson” amade bû, navboriyê û Kerry dilgiraniya Amerîka ji rewşa mirovî li Sûriyê anîn ziman, herwiha soza berdewamiya hewlên ji bo sivikirina serpêhatiya sûriyan li hemû navçeyê kirin.




