26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. DAIŞ gellek kuştî û birîndar dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Îro çekdarên DAIŞê 2 caran êriş kirin ser çeperên Pêşmerge û herdu caran jî hatin şikestin. Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navendaên DAIŞê dan û wan gellek kuştî û birîndar dan.

Eqîd Îsa Zêweyî ji Lîwaya 4 ji çeperên Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro çekdarên DAIŞê li Şingalê 2 caran êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê me herdu caran jî ew şikenandin, ku Pêşmerge bi giranî ew dan ber topan, herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navendaên DAIŞê dan û wan gellek kuştî û birîndar dan. Di wan lêdanan de DAIŞê gellek kuştî û birîndar dan.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Seat 12 DAIŞ êriş kir û Hêzên Pêşmerge êrişa wan têk bir. Seat 3 dîsa êriş kirin, lê dîsa piştî seatekê ji şer êrişa wan pûç kirin. Di herdu êrişan de Hêzên Pêşmerge ti ziyan nedîtin, lê çekdarên DAIŞê gellek kuştî û birîndar dan.”

Eqîd Îsa wiha domand: “Moralê Pêşmerge pir bilind û bo her êrişekê amade ne û bi tundî bersivê didin.”

Nûçeyên têkildar