Zeîm Elî: Hêza leşkerî ya Pêşmerge, di asta hêzên navdewletî de ye

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcle ragihand ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gorî nexşeyekî leşkerî şer dikin û yek ji sedemên serkeftina wan jî ew e ku bi dil û moralekî bilind şer dikin. Herwiha da zanîn ku, hêza leşkerî ya Pêşmerge, di asta hêzên navdewletî de ye.
Zeîm Elî, Fermandarê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcle ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşmerge li navçeyê neketiye destê ti alî û ti dewletekê, û her ev e ku çavê hemû aliyan li ser wê ye. Eger Pêşmerge şerê xelkê kiriba, ne Amerîka û ne hêzekî din nikarîbûn alîkariya wan kiriba, ji ber ku em dibînin ku li navçeyê komek hêz hene ku nizanin çawa mameleyê ligel wan dikin, lê Hêzên Pêşmerge di nexşeyên xwe yên leşkerî de di asta hêzeke navdewletî de ye û eger Hêzên Pêşmerge damezraweyî û bihêz nebe, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li DAIŞê bidin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Wek diyar e li naverasta Iraqê ev salek e ku şer berdewam e, lê hêzên hevpeymaniya navdewletî beşdar nebûn, ji ber ku ji bo bombebarana balafiran pêwîst e hêzên bejayî bihêz bin.”
Fermandarê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcle wiha domand: “Hêzên Pêşmerge sînorekî yekcar berfireh ji destê DAIŞê wergirtiye, her li eniya rojhilatê Kerkûkê heta Guwêr û Mexmûrê ev pêşveçûn berdewam dibin heta ku armanca me bicîh were, ji ber ku hinek cih hene ku Pêşmerge dikare bi hêsanî wan azad bike, lê plana me ya leşkerî heye û li gorî qonaxê pêşve diçe.”




