Şeşo: Azadkirina Şingalê gellekî nêzîk bûye

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, dibe ku di meha nîsana bê de êrişa berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li Şingalê dest pê bike û Şingal bi temamî were azadkirin, ji ber ku niha DAIŞ li Şingalê pir lawaz bûye û dem hatiye ku bi yekcarî were derxistin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em hewlekî mezin bo peydakirina xizmetan bo deverên rizgarkirî didin, da ku xelk bi yekcarî vegerin ser mal û hale xwe.”
Şeşo wiha got: “Xelkê koçber ên Şingalê jî li hêviyê ne ku bajarê wan were rizgarkirin da ku vegerin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, “Dibe ku di meha nîsana bê de êrişa berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li Şingalê dest pê bike û Şingal bi temamî were azadkirin, ji ber ku niha DAIŞ li Şingalê pir lawaz bûye û dem hatiye ku bi yekcarî were derxistin.”




