26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fraksiyona PDK: Daxuyaniya herçar partiyan tekrewî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, ew ji bûyera îro ya li parlamentoyê dilgiran in û niha ew hewl didin ku wê pirsgirêkê çareser bikin. Herwiha da zanîn ku ew ji belavkirina daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê 4 fraksiyonên nava parlamentoyê dilgiran in, ku tekrewî ye û hinek tiştên nerast tê de ne.

Mihemed Elî Yasîn Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Fraksiyona PDKê ji bûyera îro ya li parlamentoyê dilgiran in, lê em hewl didin ku rewş aramtir bikin da ku tiştên wisa dûbare nebe.”

Yasîn wiha got: “Em ji belavkirina daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê 4 fraksiyonên nava parlamentoyê dilgiran in, ku tekrewî ye û hinek tiştên nerast û ne rewa tê de ne. Em ne ji bo şer li Parlamentoyê ne, tişta ku derket ne bi destê me bû, lewma em ne ligel wê daxuyaniyê ne.”

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de Mihemed Elî Yasîn wiha domand: “Ew buyer ne mezin e û çareser dibe.”

Fraksiyonên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê, di Parlamentoya Kurdistanê de daxuyaniyek hevbeş derbarê bûyera îro belav kirin.
 

Nûçeyên têkildar