26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fraksiyona PDK şehîdkirina 4 pêşmergeyên dîl şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di parlamentoya Kurdistanê de DAIŞê şermezar dike, ku 4 pêşmergeyên qehreman dîl di destê xwe de şehîd kirin. Herwiha di daxuyaniyekê de dibêje, em Hêzên Pêşmerge piştrast dikin ku wek çawa ew bi xwîna xwe bergiriyê li axa weletê xwe dikin, em jî bergiriyê di ber mefê wan de dikin.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Nûçeya şehîdkirina wan 4 pêşmergeyên qehreman. Şehîd Hîşam Nebîl û Piştîwan Osman û Rizgar Heme Salih û Ehmed Mîrza Îbrahîm Bamirnê ku terorîstên DAIŞê bi awayekî hovane şehîd kirin, hemû xelkê Kurdistanê û mirovdost dilgiran kir. Şehîdkirina wan pêşmergeyan di demekê de ye ku terorîstên DAIŞê li hemû eniyên şer tên şikestin û li hember îrade û xoragirî û helmeta Hêzên Pêşmerge de, nema xwe digirin, lewma berê xwe didin bo karê şeytanî û dixwazin bi wê riyê navê Pêşmerge bişkînin û xelkê Kurdistanê jî bitirsînin, lê ev yek ji wan re nare serî, ji ber ku xelkê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, di dîroka xwe de gellek xwîn dane axa Kurdistanê û ti girêk li pêşiya doza wan ya rewa nesekiniye.

Em di dema ku wî karê hovane şermezar dikin, hevxemiya xwe bo xelkê Kurdistanê û malbatên şehîdan û Hêzên Pêşmerge û tevahiya mirovdostên cîhanê re diyar dikin, lê em piştrast in ku çarenivîsa terorîstan jinavçûne û serkeftina mezin ji gelê Kurdistanê re ye û nêzîk e.

Li vir em soza xwe dûbare dikin ku li Parlamentoya Kurdistanê emê bi hemû awayekî her xebatê di ber tevahiya mafê malbatên şehîdan bikin û di asta meznahiya qurbanîdana zarokên wan de, em xwe xizmetkarên wan ên biçûk dizanin. Herwiha em Hêzên Pêşmerge piştrast dikin ku wek çawa ew bi xwîna xwe bergiriyê li axa weletê xwe dikin, em jî bergiriyê di ber mefê wan de dikin, ji ber ku Kurdistan bi saya xwîna Pêşmerge hatiye parastin û bi saya wan gihîştiye vê astê.

Silav li canê pîroz ê şehîdan.. Silav li xoragirî Hêzên Pêşmerge

Mihemed Elî Yasîn
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di parlamentoya Kurdistanê de
24-3-2015”
 

Nûçeyên têkildar