Tawanên DAIŞê bi Jenosîd û Komkujî hatin nasandin

Bexda-KDP.info- Encûmena Wezîran a Iraqê biryar li ser nasandina çend tawaneke DAIŞ li Iraqê wek “jenosîd” da, di nav wan de tawnên li dijî kurdan hene.
Îro, 24ê Adarê, Encûmena Wezîrên Iraqê civiya, piştî civînê daxuyaniyek da û kopiyek jê bo BasNewsê hatiye şandin.
Di daxuyaniyekê de, Encûmena Wezîrê Iraqê biryar daye çend tawanên DAIŞê wek “Jînosîn” û “Qirkirinjinavbirina bikom” da nasîn.
Di nav tawanên ku wek “Qirkirinjinavbirina bikom” hatine nasîn: “Kuştina girtiyên girtîgeha Badoş û karmendên Binkeya Spayker in.”
Herwiha kuştina endamên hoza Bûnimir, Cibûr, Lihêb û Obêd jî wek tawana “Jînosîdê” ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê hatiye nasandin.
Ji aliyek din ve di biryarê de “tawana kuştin û koçberkirina kurd, xirîtsî, êzdî û şebekan li deşta Neynewayê” bi tawana komkujî hatiye zanîn.
Herwiha kuştin û koçberkirina tirkmenên Tilefer û Beşîr jî wek komkujî hatiye naskirin.




