25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kirdarên kargêrî hember bûyera kampa Koyê hate wergirtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Derbarê rûdana wargeha Kurdên Rojhilat ya li bajarê Koyê lîjneyek pêkhat û Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê derbarê wê komîteyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, kirdarên kargêrî hember bûyera kampa Koyê hate wergirtin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Piştî rûdana wargeha Kurdên Rojhilat ya li bajarê Koyê, li ser biryara Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo lêkolîna çawayiya rûdanê û derxistina rastiyan lîjneyek pêkhat.

Lîjne raporekî li vî derbarî de pêşkêşî Serokayetiya Herêma Kurdistanê kir. Li ser ronahiya raporê û li gor yasa, kirdarên kargêrî beramber bi serpêçîkarên rûdawê hate wergirtin.

Peyvdarek bi navê
Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
24/03/2015”
 

Nûçeyên têkildar