26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Başîk.. Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan..Ziyanek mezin gehandin wan

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Çekdarên rêxistina DAIŞê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge li eniya Başîkê ya bakurê Mûsilê, lê Hêzên Pêşmerge êrişa wan pûçkirin û ziyanek mezin gehandin wan terorîstan.

Berpirsê Eniya Başîkê Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Derengiya şeva borî, çekdarên DAIŞê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge li ser çiyayê Başîkê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan.”  

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi  giranî çeper û navendên DAIŞê li deverê dan ber bombeyan.”

Efendî tekez kir ku, “Di encama lêdan Hêzên Pêşmerge de, çekdarên DAIŞê gellek ziyan dîtin û reviyan û çekên xwe li şûna xwe hiştin.”

Nûçeyên têkildar