26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sûriyê: 2 teqînan Şam hejand

Çavkanî: KDP.info

televizyona fermî ya Sûriyê ragehand ku îro 26/9/2012`an, danê sere sibê, li Şama paytext di teqîn li nêzî sererkaniya artêşa Sûrî li qada Emewiyîn encam da û agirekî mezin girte cihê teqînê.

Artêşa Azad ragehand ku wan ev herdu teqînên îro sibehê kirne.

Ji aliyê xwe çalakvanên opozisyon dan zanîn ku teqîna yekem baregeha leşkerî kirin armanc ku otombêleke bombekirî li pêşiya avahiyê li qada emewiyîn hatibû danîn û piştre jî hatibû teqandin , her weha teqîna duyem jî li paş avahiyê nêzîk navçeya Ebu Rimanê hatibû teqandin.

Li gor agahiyên şahidhalan piştî teqînê ambulansên feryakeftinê berê xwe dan cihê rûdanê lê ji ber ku navçe ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê hatibû durpêç kirin encamên teqînê nehatiye zanîn.

Nûçeyên têkildar