Obama: Divê rêjîma Esed êdî nemîne

serokê Emerîka Barak Obama di vekirina civîna komeleya giştî yê Netewên Yekbûyî ya derbarê rêjîma Sûriyê ragihand ku, pêwîste paşeroja Sûriyê ne di destê dîktatorekî de be, û Êran jî bi hevkarîkirina rêjîma Sûriyê ji bo kuştina gelê wî welatî bi nav kir.
Obama têkest kir ku, divê rêjîma Esed êdî nemîne, her weha êşa gelê Sûriyê jî bi dawî bibe.
Ji aliyekî din ve sekerterê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon jî ragihand ku, rewşa Sûriyê roj bi roj xerabtir dibe, û aloziya Sûriyê jî êdî bûye aloziyek ya herêmî ku gefê li aştiya deverê dixwe.
Derbarbarê bernameya etomî ya Êranê jî Obama diyar kir ku, welatê wî dê hewl bide ku Komara Îslamî ya Êranê nebe xwediyê çekên etomî.
Obama weha pêda çû, emê aloziya digel rêjîma Êranê bi rêyên diplomatik çareserbikin û em bawerin ku dem ji bo wê yekê heye.




