Eşîra Hedîdî daxwaz kir ku navçeyên wan bixin ser Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li şanda hoza Hedîdî ya li Parêzgeha Nînowa kir û di wê hevdîtinê de şanda eşîra Hedîdî ku nîştecihê Parêzgeha Mûsil û dewrûbera nahiyeya Wankê û Bendava Musilê ne, amadehiya bo girêdana çarenûsa xwe bi Herêma Kurdistanê dan xuyakirin û daxwaz kirin navçeyên wan bixin ser Herêma Kurdistanê.
Îro çarşem 18.03.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda eşîreta Hedîdî bi Serokayetiya Ehmed Mehmed El Werşanî kir.
Di hevdîtinê de şanda mêhvan spasî Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku navçeyên li bin destê DAIŞê rizgar kirine û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û gelek bi tundî wan tawanên diltezîn şermezar kir ku terorîstên DAIŞ derheqê pêkhatên olî û neteweyiyên Parêzgeha Nînowa û xuşk û birayên êzîdî û Mesîhiyan encam daye.
Şanda hoza Hedîdî ku nîştecihê Parêzgeha Nînowa û dewrûbera nahiyeya Wankê û Bendava Musilê ne, wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku amadehiyeke tevahî heye ku mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê navçeyên xwe biparêzin û şerê terorîstên DAIŞê bikin û çarenûsa xwe bi Herêma Kurdistanê ve bibestin û daxwaz kirin navçeyên wan bixin ser Herêma Kurdistanê.
Herwiha ji bilî balkişandina li ser terorîstên DAIŞ ku destê wan bi têkdan û şêwandina rewşa civakî û kuştin û birîna xelkê bêtawan de hebûye, behsa muameleya rewştbilindî û ehlaqê bilindê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku li gel runiştvanên navçeyê û xelkê Erebên deverê hatibûn azadkirin.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî helwêsta wan kir û balkişand li ser wê yekê ku ew tawanên terorîstên DAIŞ encam dane li tu cîhekî û dîrokê da rû nedane. Eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê xwediyê çand û kultûra pêkvejiyan û rewşta bilinde û tu cûdahiyek li navbera Misilman û Mesîhî û êzîdî û Ereb û Kurd û pêkhatên din de tûne.
Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku ewên destên wan li gel DAIŞ de hebûbê û hevkarê DAIŞê kiribê û hizra DAIŞê pejirandibe bi tu awayekî nabê vegerê navçeyên azad kirî. Terorîstên DAIŞ jî tu paşarojeke xwe li navçeyê de tûneye û ji navçûna wan tenê bi demê ve girêdayiye.
Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku pêwîste xelkê navçeyê li jiyanekî bextewer da bijîn û rêz li îradeya runiştvanên navçeyê bê girtin û ew bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin.




