26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Hêzên Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li Şingalê planeke DAIŞê û 2 êrişên wan têk birin. Herwiha emîrekî wan di wê êrişê de winda bû.

Fermandarê Hêzê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Derbo ji malpera KDP.info re ragihand: "Çekdarên DAIŞê îro pilan dikirin ku bi gereyderek bombekirî êrişî Hêzên Pêşmerge bikin, lê Pêşmerge bi rokêtên Mîlan ew gereyder teqandin û êrişa wan hat têkbirin."

Wî Fermandarê Pêşmerge wiha domand: Derengiya şeva borî jî çekdarên DAIŞê li navenda Şingalê 2 caran êrişî Hêzên Pêşmerge kiribûn, lê her du êriş jî ji aliyê Pêşmerge ve hatibûn têkbirin û di şer de 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Qasim Derbo ragihand: “Di herdu êrişan de çend çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 otomobîlên wan jî hatin têkbirin. Herwiha 2 Pêşmerge bi sivkî birîndar bûn.” 

Nûçeyên têkildar