Serok Barzanî û Cibûrî tekez li ser azadkirina bajarê Musilê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û di wê hebdîtinê de herdu aliyan tekez li ser azadkirina bajarê Musil û navçeyên dinê ji bin destê terorîstên DAIŞê kirin.
Îro çarşem 18.03.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û her wiha rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgehên Diyale, Enbar, Kerkûk, Selahedîn û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê serketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistan û hêzên emnî yên Iraqê û hozên Ereban û Heşdî Şeibî de axivîn. Her di vê kombûnê de tekez li ser azadkirina bajarê Musil û navçeyên dinê ji bin destê terorîstên DAIŞê kirin.
Li mijareke dinê hevdîtinê tehdîdên li ber Iraqê û çawayiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê yên li proseya siyasî û çaksazî û qonaxên piştî şerê DAIŞê guftûgo kirin.




