26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ermenistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike..Geştên asmanî dest pê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê taybet ê Hikûmeta Ermenistanê Levon Sarkisian ku, niha li bajarê Hewlêrê ye, ragihand ku, di demeke nêzîk de wê welatê wî konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Levon Sarkisian Nûnerê taybet ê Hikûmeta Ermenistanê û şanda pê re îro danê nîvro ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di wê hevdîtinê de, Sarkisian amadebûna welatê xwe bo çêkirina pêwendiyên bihêz di navbera Hewlêr û Yerîvanê de nîşan da û got: “Em amade ne ku komîsyoneke hevbeşî dostayetiyê di navbera herdu aliyan de ava bikin, ku kar li ser hejmarek babetên mîna rewşenbîrî, bazirganî û aborî û warên din de bikin.”

Di wê hevdîtinê de, 2 doplomatên wî welatî ragihadin ku, di demeke nêzîk de, de wê welatê wî konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke. Herwiha wê hêlên asmanî yên Ermenistanê di navbera Hewlêr û Yêrîvanê de dest bi geştên xwe bikin.

Herwiha şanda mêvan da zanîn ku, kerta taybet a welatê wan amade ye ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bike, lewma daxwaz hevkarî û karhesaniyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara vekirina konsulxana Ermenistanê kir, despêkirina hêla asmanî di navbera Hewlêr û Yêrîvan, avakirina komtîta hevbeş û hatina karsaz û dewlemendên ermenî bo Kurdistanê.

Di beşekî din ji axaftina xwe de Nêcîrvan Barzanî li ser peywendiyên di navbera herdu aliyan de di hemû biwaran de, bi taybet di biwarê dabînkirina korsên xwendinê ji xwendevanên Herêma Kurdistanê re li zanîngehên Ermenistanê, ku evjî delîlê peywendiyên xurte di navbera herdu aliyande.

Nûçeyên têkildar