Kurd dostê me yê herî cihê baweriyê ne.. Divê em piştgîriya wan bikin

Hewlê-KDP.info- Du nivîskarên Emerîka bang li birêvebiriya Amerîka kirin di Kurd e li dijî rêxistina terorê DAIŞ de piştgirî li Kurd bike, her wiha berxwedana hêzên pêşmerge li hember êrişên DAIŞ berz nirxandin.
Nivîskarên Emerîka Scott Atran û Douglas Stone li ser rûpelên rojnameya The New York Times a Amerîka bi navnîşana ( Helwesta qehreman a Kurd li hember DAIŞ) di gotarek belav kirin, her du nivîskaran di gatara xwe de xweragiriya hêzên pêşmerge li hermber DAIŞ berz nirxandin û diyarkirin ku divê Emerîka li gorî vê yekê hevpeyman û berjewendiyên xwe li navçeyê di ber çav re derbar bike û peywendiyên xwe li gel Kurda bi hêztir bike.
Her wiha bal kişandin ser bi wê yekê ku çendê Kurd bi Îslamê ve pabendin lê ew çendê jî bi navnameya xwe ya natewî ve jî girêdayî û pabendin, gelê Kurd deriyê xwe ji hemû Olan re vekiriye, bergirî li Xiristiyan û Erebên Sune jî dikin û diyar kirin ku bêtirî milyonke Ereb ji ber şerê DAIŞ koçî Kurdistanê kirine.
Ji aliyekî din ve diyar kirin ku Kurd bi merca ku di pirsên siyasî, aborî û ewlekariyê serbixwe bin Kurd hebûna xwe di nav dewleta Federal a Iraqê de pesend dikin.
Herwiha wiha pê de çûn; Divê ji bo Kurd DAIŞ jinav bibin Amerîka piştgirî û piştevanî li Kurd bike, ji ber ku bi rastî ew dostin me ne û Amerîka dikarê bi wan bawer be û ligel wan tevger bike.
Hêjayî gotinê ye ku Scott Atran zanistê entirobojya yeû nivîskarê hejmarek pirtûke, her wiha Douglas Stone berê di nav hêzên peyade yên deryayî yên Emerîka lîwaa bû û cîgirê fermandarê hêzên pir rêgez bû li Iraqê.




