25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKê hemû amadebûna xwe bo yekgirtina Pêşmerge nîşan daye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Komîteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Mihemed Sadiq Sûrçî ragihand ku, hewla yekxistina Hêzên Pêşmerge berdewam dike, helbet Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her ji destpêkê ve amadebûna xwe bo yekgirtina tevahiya Hêzên Pêşmerge nîşan daye.

Mihemed Sadiq Sûrçî Endamê Komîteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Parlamenterên Kurdistanê 21 xal pesend kirine û şandine serokatiya Herêma Kurdistanê kirine, wan jî araşteyî Wezareta Pêşmerge kirine da ku cîh bi cîh bike, yek jî ji wan yekxistina tevahiya Hêzên Pêşmerge wek ku Serok Barzanî daxwaza wê kiribû.”

Sûrçî wiha got: “Helbet Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her ji destpêkê ve amadebûna xwe bo yekgirtina tevahiya Hêzên Pêşmerge nîşan daye.”
 

Nûçeyên têkildar