26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

YE pêşwazî li dayika sê şehîdan dike..Nasnameya dayika şehîdên cîhanê werdigire

Çavkanî: KDP.info

Soran-KDP.info- Parlementoya Ewropa dayika her sê şehîdên Kurdistanl bi awayekî fermî vexwendiye, di merasîmekê de roja 26.03.2015 li avahiya Parlementoya Ewropa ligel serok parlementoyê Martin Şuliz bicive.

Li gorî peyamnêrê me li devera Soranê şevê din demjimêr 12ê sibehê, Ayişa Taha dayika sê Şehîdên Kurdistanê ligel kurê xwe û du keçên ku ji bin destê çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) rizgarbibûn di riya Firokxaneya Hewlêr ya Navdewletî ber bi welatê Turkiya ve birêketin, biryare piştî ku karên xwe li Stenbolê temam bikin, dê berê xwe bidinpaytexzta Belcîke, Brukselê û li wir nasnameya dayika şehîdên cîhanê werdigire.

Roja 25ê Cotmeha îsal nahiyeya Zûmarê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat standin. Di wî şerî de hinek pêşmerge şehîd bûn ku di nav wan de 3 pêşmerge ji malbatekê ku her sê birayên hev bûn, şehîd bûn.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewropa (YE) Dilawer Xalid Ajgeyî di daxuyaniyeke ragihand:“Piştî ku ew bighinn Brukselê, wê ji aliyê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistnê li YE bên pêşwazîkirin, wek rêzgirtinekê ji rola jina kurd re, bi taybet diya wan her sê Şehîdan û her du kêçên ku ji bin destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin wê merasîmeke taybet bê lidarxistin.”

Ajgeyî zêdetir got: “Ew bi fermî ji aliyê Parlementoya Ewrupa hatine vexwendin, ji bo beşdarbibin di rûniştina fermî ya parlementoyê, dê ji aliyl serokê parlementoyê ve werin pêşwazîkirin, wek rêzgrtinekê ji jina kurd û xebata wê re, herwiha berêz Mesrûr Barzanî xerciya vê seferê girtiye stûyê xwe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû dîtine dayika sê birayên ku di şerê DAIŞê de şehîd ketibûn û destê wê maç kir.

Serok Barzanî bo dayika hersê şehîdan got: “ew hemû pêşmergeyên niha li sengerîne û ewên şehîd bûne kurên tene û tû dayika hemûyanî, amaje kir li şûna serdana hemû dayikên şehîdan bikim, hatim alîyê te û bi rêya te serexweşîyê li hemû dayikên şehîdan dikim”.
 

Nûçeyên têkildar