Nêçîrvan Barzanî: Eger Bexda budceya Kurdistanê neşîne, emê petrola xwe bifroşin

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterekî Kurdistanê ragihand ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi eşker gotiye Herêma Kurdistanê çiqasî petrolê bişîne derve, emê hiqasî pereyan ji wan re bişînin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, ji wan re gotiye, jibilî tişta ku em di nava rêkeftina xwe li ser rêkeftine, em bi awayekî din razî nabin.
Endama Komîteya Darayî di Parlamentoya Kurdistanê de, Dr. Şêrîn Husnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ebadî di civîna xwe de ligel aliyên Kurdistanê de bi eşker got Herêma Kurdistanê çiqasî petrolê bişîne derve, emê hiqasî pereyan ji wan re bişînin, ku rêkeftina me ya li ser petrolê û budceyê ne bi vî awayî bû.”
Dr. Şêrîn Husnî wiha got: “Ew rêkeftin bûye awayek ji kirîn û firoştinê, ji ber ku rêkeftina berê ya Herêma Kurdistanê li ser yasaya budceya 2015an bû, bi awayekî ku Bexda %17 ji budceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne û terelyonek û 200 milyar dînaran jî ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, lê Bexda bi awayekî din mamele dike û rêkeftin têk biriye û ew yek jî ne yasayî ye.”
Wê endama Komîteya Darayî di Parlamentoya Kurdistanê de eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî ji wan re got, jibilî tişta ku em di nava rêkeftina xwe li ser rêkeftine, em bi awayekî din razî nabin.
Dr. Şêrîn Husnî wiha domand: “Herwiha Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe de ligel me, got: Eger Bexda pişka Kurdistanê ji budceyê ji me re bişîne, emê bi wan re bigihên rêkeftinê, lê eger wek yasayê neşnin, emê bi xwe petrola xwe bifroşin.”




