25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hizra tolhildanê arîşeyê mezintir dike.. ji rola Heşdul Şeibî dilgirane

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ji rola çekdarên Heşdul Şeibî di şerê li dijî DAIŞê de tîne ziman, herwiha rexneyên tund li Bexdayê digire.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC, îro 17.03.2015 got: “Bikaranîna wê cûrê mîlşiyeyan, arîşeyeke mezintir ji arîşeya DAIŞê peyda dike, ew jî bi rêya drustkirina tunditîjiyê ligel Sineyan.”

Di wê hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî bi tundî rexne li hikûmeta Bexdayêd digire, derbarê bikaranîna vî corî mîlîşiyeyan de û dibêje: “Ev arîşe ji arîşeya DAIŞê mezintir e, pêwîste em hemû li dijî DAIŞê rawestin, lê eger tolhildan û tundutîjî bermaber her mezhebêk çêbibe, dê arîşe mezintir û dijwartir bibe.”

Heşdul Şeibî grûpek çekdarî ya pêkhateya şîe li Iraqê ye, di bin fermana Nûrî Malikî û çend serkirdeyên din ên Şîe de ne, herwiha ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkitin.

Herwiha Mesrûr Barzanî dilgiran bû ji wê yekê ku, Hikûmeta Navendî heta niha pereyan dişîne wan navçeyên di bin kontrola Heşdul Şeibî û DAIŞê de, di demekê de ku mûçeya Pêşmerge û Herêma Kurdistabnê ragiriyte.

Di Sibata sala borî de, serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî bi biryareke kesî, biryara birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê dabû, tevî ku niha hikûmeta Iraqê hatiye guhrtin û rêkeftin ligel Herêma Kurdistanê îmze kiriye, lê hê mûçe û budce wek pêwîst û li gor yasa û destûrê nehatiye şandin.

Mesrûr Brazanî got jî: “Hikûmeta Bexdayê pereyên Enbar û Mûsilê dide ku din bin kontrola DAIŞê de ne, lê çima pereyên Kurdisanê nade? Kî hevpeyman e?, niha dujminekî me yê hevbeş heye, lê çima alîkariya me nakin?.”

 

Nûçeyên têkildar