26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge baregehên DAIŞê yên li nav Mûsilê dan ber topan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêzên Pêşmerge di bersiva wan topên DAIŞê yên ku duh li rojavayê Hewlêrê ketibûn, çeper û baregehên DAIŞê yên li nav Mûsilê dan ber topan.

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir ku hêzên piştevanî û topxane yên Pêşmerge îro bi tundî çeper û baregehên çekdarên DAIŞê yên li nav Mûsilê dane ber topan.

Li gorî daxuyaniyê, di encama wê topbaranê de gellek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û zirarek mezin gihîştiye çeper, avahî, baregeh û amûrên wan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev êrişa Pêşmerge bersiva wan topên DAIŞê ye ku duh li rojavayê bajarê Hewlêrê ketibûn.

Di beşek din a daxuyaniyê de ku bi îmzaya “Jêderekî leşkerî ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê” hatiye belavkirin, wiha hatiye ziman: “Bila terorîstên DAIŞê bizanin her cure êrişên wan li dijî Kurdistan û asayişa welatiyên dê rastî bersiva herî tûj were.”

Herwiha di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku, Hêzên Pêşmerge welatiyên Mûsilê piştrast dikin ku armanca topên wan tenê navend û çeperên DAIŞê ne û mal û jiyana wan dê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve paeastî be.

Nûçeyên têkildar