26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge li rojhilatê Mûsilê li DAIŞ da..23 kes ji wan kûştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Jêderekî agahdar ji rewşa bajarê Mûsilê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge bi topxaneyên xwe çeperên DAIŞê li li rojhilatê Mûsilê dan ber topan û herî kêm 23 çekdarên wan hatin kuştin.

Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge ji çiyayê Başîkê bi tundî li çeperên DAIŞê li Şelalatê rojhilatê Mûsilê dan.”

Seîd Memozînî wiha got: “Di encama wê topbaranê de ziyanek mezin gihandin çekdarên DAIŞê, ku herî kêm 23 kes ji wan kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar