26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

30 hezar kes vegeriyane Kobanê

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Xelkê Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê vedigerin bajar û herêma xwe. Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê dibêje, heta niha bêtirî 30 penaberê wî bajarî heta niha vegeriyane Kobanê.

Emîd Telet Zirarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Vegera xelkê bo Kobanê û gundên derdora wê berdewam dike û her hefteyekê 3 karwan vedigerin îro jî karwanek vegeriya ser mal û hale xwe.”

Wîfermandarê Pêşmerge wiha got: “Zêdetir xelkê gundan vedigerin ji ber ku li Kobanê kevir li ser kevir nema ye.”

Emîd Telet Zirarî wiha domand: “Niha bajarê tê baqijkirin, ku piraniya kolanan hatine paqijkirin, lê ji ber ku alavên paqijkirinê kêm in, karê wan bilez naçe.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand: “Heta niha wek pêwîst xizmeta Kobanê û xelkê ku vedigerin ji aliyê xirxwazan ve nahatiye kirin û tiştên ku hatine jî hîna nehatine belavkirin.”
 

Nûçeyên têkildar