25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Rizgarkirin nêzîk bûye..DAIŞ pir lawaz bûye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Diyar e ku terorîstên DAIŞê li Şingalê gellek kes ji wan hatine kuştin, ku di dema êrişên xwe de li ser çeperên Pêşmerge ew ji dest dane, ku bi gotina fermandarên leşkerî yên wê deverê bêtirî 700 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.

Haşim Sîteyî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev demeke ku rewşa Şingalê aram bûye û tenê carna teqeyê dikin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Çekdarên DAIŞê li tevahiya êrişên xwe de bo ser çeperên Pêşmerge, derbeyên mezin dixwin û gellek çekdarên wan tên kuştin, lewma niha bêhêz bûne û nema Karin êriş bikin.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Şingalê wiha domand: “Moralê Pêşmerge li Şingalê pir bilind e û di rewşa amadebaşiyê de ne û li hêviya pilana rizgarkirina Şingalê ne, ku di demeke pir nêzîk de dê ew navçe û derdora wê ji terorîstan were rizgarkirin.”

Nûçeyên têkildar