26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Divê Helebce bibe bajarekî pêşketî li cîhanê..Xelkê Kurdistanê qurbanî bi bîr anîn

Çavkanî: KDP.info

Helebce-KDP.info- Îro û di 27emîn salvegera karesata Helebceyê de, xelkê Kurdistanê bi giştî 5 deqeyan rawestan û şehîdên kîmyabarana Helebceyê bi bîr anîn. Herwiha Rêveberê Giştî yê Wezareta Şehîdan jî dibêje, bi parêzgahbûna wî bajêrî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve, girîngtirîn pêngav bû di vê de mê de, herwiha got, pêwîst e Helebce bibe bajarekî pêşketî li cîhanê.

Berevan Hemdî Rêveberê Giştî yê Wezareta Şehîdan ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li Helebce merasîmek bi bername seat 10ê sibehê dest pê kir û piştre 8 termên şehîdên kîmyabarana Helebceyê bû goristana şehîdan hatin veguhestin. Herwiha çalakiyên cûr bi cûr hatin encamdan.”

Hemdî wiha got: “Boneyên îsal zêdetir bo piştgiriyê ne li Hêzên Pêşmerge û têkel bi serkeftinên wan li eniya şer tên kirin, herwiha ji ber krîza darayî ev merasîm nayên berfirehkirin.”

Rêveberê Giştî yê Wezareta Şehîdan wiha doman: “Bi parêzgahbûna wî bajêrî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve, girîngtirîn pêngav bû di vê de mê de.”

Berevan Hemdî ragihand: “Pêwîst e Helebce bibe bajarekî pêşketî li cîhanê. Pirojeyên cûrbicûr li wir werin pêkanîn û xizmeta wê were kirin.”
 

Nûçeyên têkildar