25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Aştî Hawramî: Piştî 2 mehan dê kurd bêminet bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê Aştî Hawramî got, piştî 2 mehên din pêwîstiya wan bi Bexdayê namîne û bêminet bibin.

Aştî Hewramî ji Rûdawê re got, Herêma Kurdistanê dê petrola xwe hinarde bike û di mehên bên de pêwîstiya Hewlêrê li Bexdayê namîne û dê ji sedî 17 pişka budçeyê ya mafê kurdan peyda bibe.

Hawramî diyar kir ku çend caran hat gotîn Herêma Kurdistanê dê heta sala 2015an rojane milyonek bermîl petrol derbixe lê heta niha negihîştiye wê rêjeyê.

Hawramî anî ziman ku heta 2 mehên din pêwîstiya Herêma Kudistanê bi Bexdayê re namîne û wiha domand: “Ji Meha Nîsanê yan jî ya Gulanê û pêve Herêma Kurdistanê dê petrola xwe hinarde bike û dê ti piştgiriyê jî Bexdayê nestîne û pişka budçeya xwe dabin bike. Heta dawiya salê ew rêjeyê zêdetir bibe û pêwîstiya Hewlêrê bi Bexdayê re namîne.”
 

Nûçeyên têkildar