26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk.. Hêzên Pêşmerge 3 gund rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê pêşve çûn û karîn 3 gundan li li eniya Daquqê ji çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Kerkûkê Hatim Heme Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî îro serê sibehê li eniya Daquqê dest bi êrişeke berfireh kirin.”

Hatim Heme Salihwiha got: “Îro sibehê Hêzên Pêşmerge li eniya Daquq - Taze ji 2 aliyan ve dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Hêzên Pêşmerge karîm gundê Wehde, Sead û Xalid e ji destê DAIŞê derxînin û bi temamî kontrol bikin.”

Salih ragihand: “Niha tîmên endazyariyê mijûlî pûçkirina bombe û mayînan ne.”
 

Nûçeyên têkildar