Bi wêne.. 8 termên kîmyabaranê li Helebce hatin veşartin

Helebce-KDP.info- Îro termê 8 şehîdan bo bajarê Helebceyê hatin veguhastin, ku sala 1988 di kîmyabarana wî bajarî de şehîd bibûn û li ser sînorê Îranê hatibûn veşartin.
Îro 16ê Adarê ye. 27emîn salvegera kîmyabarana rejîma Iraqê li ser bajarê Helebceyê ye, ku tê de bêtirî 5 hezar mêr, jin, zarok, kal û pîr bûn qurbanî.
Par di meha Cotmehê de, 8 termên şehîdên wî bajêrî ji aliyê tîmeke Wezareta Jîngehê û Wezareta Şehîdan ve li navçeyên sînorê hatin dîtin.
Piştî pêkanîna pişkinîna DNA ji wan terman re, derket ku her 8 bi xaza Xerdelê jehrî bûne û piştre jiyana xwe ji dest dane.
Helebce îro pêşwazî li termên wan 8 şehîdan kir û li Goristana Şehîdan hatin veşartin.










