26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siûd Mela: Hilbijartinên Cizîrê ne şeriî ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, hilbijartinên şaredariyan yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyekî bi temê ve hatin encamdan, lewma şeriîyeta wan nine û bi tu awayî nayên qebûlkirin û ew van hilbijartinan red dikin.

Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji malpera KDP.info re ragihand: “TEV-DEMê bi tenê  biryara hilbijartinên Cizîrê da û bi tenê ew hilbijartin encamp da, lewma şeriîyeta wan nine û bi tu awayî nayên qebûlkirin û ew van hilbijartinan red dikin.”

Mela wiha got: “Kesên ku xwe berbijêr kirine kesên ser bi TEV-DEMê ne û ti kesekî serbixwe di nava wan de nebûn. Herwiha kesê ku li ser sendoqan bûn, ser bi wan ve bûn.”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) wiha domand: Ew karê ku TEV-DEMê kir, berevajî berjewendiya doza kurd e, ku nabe aliyek bi tenê desthilat têxe destê xwe de û bi tenê biryaran bide û ti hesabekî ji yên din re neke.”

Siûd Mela wiha got: “Baştirîn awayê çareseriyê, veger bo rêkeftina Dihokî ye.”
 

Nûçeyên têkildar