Kerry: Emê herî dawî neçar bimînin ku bi Esed re gotûbêjan bikin

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihand, Amerîka di dawiyê de dê bi Beşar Esed re dest bi muzakereyê bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, bi helkefta çaremîn salvegera şerê Sûriyê ji televîzyona amerîkî ya CBSê re axivî û got, ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê emê di dawiyê de neçar bimînin bi Beşar Esed re rûnên.
John Kerry diyar kir ku ew di yekemîn komcivîna Cenevreyê de, ku bi navbeyinkariya Amerîkayê û di navbera rêjîma Sûriyê û neyarên wê de hatibû lidarxistin, amade bû bi Beşar Esed re hevdîtin û diyalogê bike.
Şerê Sûriyê ji meha Îlona 2013ê ve heta niha didome. Li gorî ku tê gotin, herî kêm 250 hezar kes di wî şerê de hatine kuştin.




