Şeşo.. Erebên ku alîkariya DAIŞê kirine li devera Şingalê nemane

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, terorîstên DAIŞê li sînorê navçeya Şingalê lawaz bûne. Herwiha da zanîn ku erebên ku alîkariya DAIŞê kirine li devera Şingalê nemane.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Berê gellek ereb li navçeyê hebûn, lê ji dema ku DAIŞ ev dever dagîr kir û piştî ku Hêzên Pêşmerge ji wir derxistin, ew hemû erebên ligel DAIŞê bûn û alîkariya wê kirin, ligel wan reviyan, lê yê ku mane tenê yê ku alîkariya Hêzên Pêşmerge kiribûn û niha ti pirsgirêkên wan nînin.”
Şeşo wiha domand: “Li gorî agahiyên me, li devera Şingalê hejmara çekdarên DAIŞê kêm bûye û bi taybetê çekdarên biyanî gellekî kêm mane û terorîstên DAIŞêyên sînorê navçeya Şingalê pir lawaz bûne.”




