26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdereş.. Peykerê şehîd Hucam Sûrçî hat danîn

Çavkanî: KDP.info

Berdereş-KDP.info- Peykerê Şehîd Pêşmerge Hucam Sûrçî, ku ji aliyê çekdarekî kurd ê DAIŞê ve hatibû şerjêkirin li gundê Roviyan hat danîn.

Berpirsê ragihandina qayemqamiya bajarokê Berdereşê Salih Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro yekşemê bi boneya çileya matemeniya şehîdê serbilind Hucam Sûrçî, bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Kurdistanê Lêhat Barzanî û Serokê Encumena Parêzgeha Dihokê û dam û dezgehên hikûmetê û hizbî û gellek xelkê deverê, li gundê Roviyan, peykerê wî hat danîn.”

Salih Îsa wiha got: “Biryar bû ku ew peyker li bajarokê Berdereş hatiba danîn, lê ji ber ku mala şehîd li Rovya ne, û li ser daxwaza malbata wî li wî gundê hat danîn.”
 

Nûçeyên têkildar