26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî pesnê Kurdistanê dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Rêveberê giştî yê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî WHO kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiyên xwe pêşkêşî wezareta tendirostî ya Hikûmeta Kuridstanê kir ku kariye di warê tendirostî de hevkarî û xizmeteke baş ya tendirostî pêşkêşî penaberan bike.

Îro yekşemê 15-3-2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeta Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî bi Serokatiya birêveberê saziya han Dr. Elaw Elwan kir.

Di hevdîtinê de Elwan behsa rewşa tendirostî ya li Kurdistanê bi taybetî birêveberatiya tendirostiya Dihukê kir û spasiyên xwe pêşkêşî wezareta tendirostî ya hikûmeta Kuridstanê kir ku kariye di warê tendirostî de hevkarî û xizmeteke baş ya tendirostî pêşkêşî penaberan û kempên penaberan bike.

Elwan herwiha eşkere kir ku em weke saziya tendirostiya cîhanî hewlên zêdetir didin daku hevkariyên zêdetir bo Kurdistanê dabîn bikin.

Heyeta han herwiha eşkere kir ku vê di civînên xwe yên li gel rayedarên Îraqê de jî behsa kar û çalakiyên hikûmeta Kurdistanê yên di warê tendirostî de bikin û herwiha ev yek jî eşkere bikin ku Kurdistanê pêdiviya xwe bi hevkarî heye.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya heyeta saziya WHO kir û herwiha spasiya helwesta saziya han ya li hember kar û çalakiyên birêveberatiya tendirostiya Dihukê û wezareta tendirostiya hikûmeta Kurdistanê jî kir. 

Nûçeyên têkildar