25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Çavê me li teknelojyaya Japnyayê ye..Japonya amade ye hevkariya Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Japonyayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, niha Kurdistan li benda vê yekê ye ku hikûmeta Japonê bo jinavbirina mînan amûrên pêwîst pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê bike.

Îro danê nîvro yekşemê 15-3-2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê derve yê Japonê Cintaro Sonora kir.

Di destpêka hevdîtinê de heyeta Japonî spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku kuştina welatiyên Japonî bi destê terorîstên DAIŞê mehkûm kiribû û herwiha spasiyên Serokwezîr, hikûmet û gelê Japonê jî bo helwesta han diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku Japon amade ye hevkariya Kurdistanê bike.

Şanda Japonî herwiha eşkere kir ku Japon berdewam dibe li ser hevkarîkirina wan penaberan yên ku hatine Kurdistanê û herwiha hikûmeta Japonyayê hewl bo cîhbicîhkirina çendîn projeyên curbicur li deverên cuda yên Kurdistanê dide.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya heyeta Japonî kir yaku serdana Kurdistanê kiriye û eşkere kir ku serdaneke bi vê rengî bi wateya piştgîrî kirin ji Kurdistanê ye.

Serokwezîr eşkere kir ku kuştina ew welatiyên Japonî ji aliyê terorîstan ve bi awayekî hovane herkes matmayî kir.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de bi kurtî behsa rewşa Kurdistanê û şerê dijî terorîstên DAIŞê kir û eşkere kir ku niha di piraniya eniyên şer de hêzên pêşmerge di pêşrewî dene û heta niha pêşmerge serkeftinên gelek mezin bidest xistine û terorîst jî hertim rastî şikest û wendahiyan dibin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku niha zêdetir ji 1.5 miliyon aware li Kurdistanê dene û ew yek jî bûye sedema giranbûna barê ser milê hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê jî heta niha weke pêwîst hevkariya wan penaberan nekiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha daxwaz ji hikûmeta Japonê kir ku di warê însanî de hevkariyên xwe berdewam bike û eşkere kir ku niha Kurdistan li benda vê yekê ye ku hikûmeta Japonê bo jinavbirina mînan amûrên pêwîst pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê bike.
 

Nûçeyên têkildar