26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ pira Keneş – Guwêr teqand..Navenda xwe veguhest

Çavkanî: KDP.info

Guwêr-KDP.info- Fermandarê Eniya Guwêr ya Hêzên Pêşmerge ragihand ku, îro çekdarên DAIŞê pira navbea Hêzên Pêşmerge û xwe de teqandin. Herwiha da zanîn ku çekdarên DAIŞê navenda xwe ya leşkerî ji wî gundî veguhestin bo nahyeyekê din û reviyan.

Eqîd Nazim Herkî Fermandarê Eniya Guwêr ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro terorîstên DAIŞê ji tirsa Hêzên Pêşmerge pira Keneş – Guwêr teqandin û piştre navenda xwe jî ji wir veguhestin.”

Herkî wiha got: “Li goî wan agahiyên ku ketine destê me de, DAIŞ navendeke xwe li gundê Zawiye vala kir û waliyê wan yê li wir reviyan bi 15 km li xwar wî gundî ji tirsa Hêzên Pêşmerge.”
 

Nûçeyên têkildar