26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Hêzên Pêşmerge li gundê Mensûriye agir berdan terorîstên DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dubiz ragihand ku, niha rewşa eniya wan aram e û Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne. Herwiha da zanîn ku, terorîstên DAIŞê li gundê Mensûriye mijûlî çandina bombeyan bûn, lê Hêzên Pêşmerge bi Katyoşa li wan dan û agir berdan wan.

Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dubiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha rewşa eniya rojavayê Kerkûk – Dubiz aram e û Hêzên Pêşmerge bi moralekî bilind di rewşa amadebaşiyê de ne û bi tundî li her tevgereke DAIŞê didin.”

Kerkûkî wiha got: “Îro terorîstên DAIŞê li gundê Mensûriye mijûlî çandina bombeyan bûn, lê Hêzên Pêşmerge bi Katyoşa li wan dan û agir berdan wan.”

Dr. Kemal Kerkûkî ragihand: “Ji Telwerid heta Çiyayê Qereçox, yek çekdarê milîs û hêzên Iraqê û Heşdul Şebî nînin. Tenê Hêzên Pêşmerge deverê diparêzin.”

Nûçeyên têkildar