Kurdan roja jidayikbûna Barzaniyê nemir bilind ragirt

Hewlêr-KDP.info- Bo bilind ragirtina yada 112 saliya jidayikbûna bavê rohî yê neteweya kurd Barzaniyê nemir, îro xelkê Kurdistanê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de û hevdem kurdên welatên cîhanê bi vê boneyê çalakiyên cûrbicûr encam dan.
Îro bi boneya 112 saliya jidayikbûna bavê rohî yê neteweya kurd Barzaniyê nemir, li bajarên Herêma Kurdistanê û parçên din ên Kurdistanê û li welatên cîhanê jî, wek hersal bi kor û seminar û çandina şitên daran, kurdan ev roj bilindragirt.
Li cem piraniya kurdan, Mela Mistefa Marzanî wek bavê rohî yê neteweya kurd û Kurdistanê tê naskirin. Ew jî ji ber wê xebata dewlemend û terxankirina hemû jiyana xwe bo rizgarkirina kurd û Kurdistanê, ku karvedana xwe li herçar parçên Kurdistanê kir û rêberatiya gellek xebat û şoreşan kir. Barzaniyê nemir wek mirovekî bo Kurdistanê xebat dikir, ne ji rewangeha hizbayetiyê yan ji bo parçeyekî Kurdistanê bi tenê, lê belê ji bo tevahiya Kurdistana mezin xebat dikir, da ku gelê kurd ji bin vê zilmê derkeve û mafê xwe bi dest bîne.
Mela Mistefa kurê Şêx Mihemedê Barzanî ye, sala 1903 li gundê Barzan jidayik bû. Sala 1976 bi mebesta dermankirinê ji nexweşiyê çû Amerîkayê û 1ê Adarê li wir jiyana xwe ji dest da.




