Mesrûr Barzanî: Em naçin deverekê ku ne axa Kurdistanê be..Pêşmerge divê bi awayekî modêrn bê bi çekirin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje Hêzên Pêşmergê derneketine derveyî axa Başûrê Kurdistan û şer nekirine. Herwiha da zanîn ku, her çekekî peşketî ku pêwîstya artêşek modêrn pê heye , Pêşmerge jî divê bi wî awayê modêrn bên çekirin.
Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel Ajansa Vice news a Amrîkî, behsa alîkariya welatên rojava ji bo Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞ de, proseya zadkirina Mûsilê, paşeroja navçeyên ji aliyê Pêşmegre ve hatine azakirin dike.
Derbarê amadebûna Peşmerge û sistya alîkariya welatên hevpeyman bo şandina çekan ji Pêşmerge re got: “Em amade ne ku şerê DAIŞ li her derê bikin , lê tiştê min matmayî dihêle giranya Endamên Hevpeymana Navdewletî di dana çekên zêde ji bo pêşmerge de ye, ew çekan bi zehmetî dişînin jibo me , tevî ku DAIŞ ne tenê metirsiye li ser Kurdistanê lê belê ew metirsiye li ser herêmê û tevaya cîhanê.”
Derbarê rola Hêzên Pêşmerge bo êrîşkirina ser bajarê Mûsil de, Şêwermendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got:“Pêşmerge rola xwe di paqijkirina çend deverên rojava û bakurê Mûsil de bi cî kirine, bêguman rêzgarkirina wan deveran DAIŞ xistiye rewşek zehmet ji bervaniyê.”
Mesrûr Barzanî derbarê pêşbîniya dema êrîş li ser Mûsil de got:“Bi nerîna min diyarkirina demjimêr sifir û awayê êrîşê karekî nehêniye , ji ber ku nabe bi her halî em hişyariyê bidin dijmin û dema êrîşê bo wan diyrbikin, ku dibe sedema amdebaşiya wan.”
Li ser hejmara çekdarêmn DAIŞ di nav bajarê Mûsil de , Şêwermendê Encûmana Asayişa Herêma Kurdistanê aşkere kir ku “Hejmara wan gelek e, lê ew ne tenê ji xelkên ku ji derve hatine pêk tên, hin xelkên din jî peywendî û alîkarya DAIŞê dikin û di heyamê derbasbûyî de DAIŞ karîbû hinek ji xelkên bajar jî bi çekbike , bi vî hawî hejmara wan zêdebûye.”
Mesrûr Barzanî derbarê stratejiya Amerîka bo şikandina DAIŞê got: “Li gorî min ne tenê Amerîka , lê belê hemû Hêzên Hevpeyman egere bi rastî têbighên, ku ew hemû heta niha nikarîbûn DAIŞ bişkînin, lê heger her aliyek karê xwe bicîbîne, şikandina DAIŞ ji aliyê leşkerî ve ne zehmete, herwiha divê şerê îdyolocî jî li dijî DAIŞ bê berçavkirin, û herge em bi hûreyî li ser şikandina DAIŞ ji aliyê leşkerî bikin, pêdivye hêzên bejayî jî alîkarbin, çinku Hêzên Ezmanî rolek mezin hebû lê dijmin neşikand.”
Di bersiva pirsa gelo mebest ji hebûna hêzekê li ser erdê anîna çekên zêdetir re bo Pêşmerge, yan daxwaze ji Amerîka bo hêzên xwe bişîne, Mesrûr Barzanî zelal kir ku:“Mesele ne xwestina hêzê ye ji Amerîka , lê belê pirs eve , ka bi çi awayî em Karin DAIŞ zûtir jinavbibin.”
Derbarê cûreyê çekên ku jibo Pêşmerge dixwaze, Şêwirmendê Encumana Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got:“ her çekekî peşketî ku pêwîstya artêşek modêrn pê heye , Pêşmerge jî divê bi wî awayê modêrn bên çekirin.”
Di bersiva pirsa wê paşeroja ew navçeyên ku Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞ de rizgarkirn çibe, Mesrûr Barzanî got:“Eger kurdan ew navçe azad nekirba, niha wê dibin kontrola DAIŞ de ba, ez matmayî dimînim çawa xelk behsa vê yekê dikin, ku ev navçe dibin kontrola Pêşmerge de bin başe yan di bin kontrola DAIŞ de, eger xelkek hebe dibîne ku ew dever dibin kontrola DAIŞ debin baştire, ti gotinamin jibo wan tune ye.”
Derbarê derbasbûna Pêşmerge bo wan navçeyan, Mesrûr Barzanî got:“ Pêşmerge naçin ti navçeyê heger em ne bawerbin ew navçe beşk ji Herêma Kurdistanê ye, ji ber vê ez behsa sînorên Siyasî û Cografî dikim, bi giştî mebestamin ji vê gotinê , em naçin ti deverekê herger baweryame tinebe ku ew dever beşeke ji Kurdistanê.”




