26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokayetiya Kurdistanê: Pêngavên yek alî li Rojava xizmeta doza Kurd nake û nayê qebul kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, hilbijartinên şaredariyan li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî Rêkeftina Dihokê ye û xizmeta doza kurd û demokrasiyê nake.

Ev jî tekesta wê ye:

“Bi berdewamî hewlên Serok Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi wê alî û arasteyê de bûye, ku hemû Kurd pêkve li yek bereyê dabê. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê jî Serok Barzanî xwestiye û kar ji bo ewe kiriye heyetekî yekgirtî hebê ku hemû hêz û aliyên siyasiyan ji bo xizmetên zêdetir berjewendiyên Kurdistanê li dora hevdû kom bike.

Di bingehê da rêkkeftina Hewlêrê ji bo vê mebestê bû, lê belê aliyek bi cîh nekir. Paşê rêkkeftina Dihokê jî derfet û hêviyeke dinê wê amancê bû ku hemû aliyan pêkve û bi yek gotar û yek helwest xizmetê bi doz û hêviya gelê me yê li Rojava bikin. Berdewamî jî Serokayetiya Herêma Kurdistanê aliyên siyasiyên Rojava ji bo bi cîhkirina rêkeftina Dihokê han daye û hewl jî daye hilbijartin bi pêkve û bi beşdariya hemû aliyek bê encamdan.

Lê belê ev hengava niha li jêr navê hilbijartina Bajarvaniya Cizîrê li holê daye yek aliyane û bi berevajiya rêkeftina Dihoke û ev hengav û her hengavekî dinê yek aliyene xizmeta doza Kurd û demokrasiyê nake û nayê qebul kirin.

Carekî din birêz Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyan dike pabendî rêkkeftina Dihokê bin û berjewendiya bilinda gel û nîştîman biparêzin.

Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13.03.2015”

Îro li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan hat lidarxistin.

ENKSê ragihandibû, ji ber ku hilbijartinên han li dijî Rêkeftina Dihokê ne ew tevlî hilbijartinan nabin.
 

Nûçeyên têkildar