David Petraeus serkeftinên Pêşmerge li Serok Barzanî pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgiriya Amerîkayê David Petraeus kir û di wê hevdîtinê de Petraeus sersurmaniya xwe nîşan da û ji bo wan serketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan da bi destanîne pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û behsa qehremanî û azayetiya Pêşmerge kir.
Îro în 13.03.2015 birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya David Petraeus Berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgirî(Îstîxbaratî) ya Amerîka û Fermandeyê berê yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Artêşa Amerîkayê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û êrîşên terorîstan ya li ser asayîşa cîhanî û navçeyê hatin nirxandin.
Her di vê hevdîtinê de berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgiriya Amerîka bi pêşketin û avadaniya Kurdistanê sersurmaniya xwe nîşan da û ji bo wan serketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan da bi destanîne pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û behsa qehremanî û azayetiya Pêşmerge kir.
Her wiha serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û kesukarê wan Pêşmergeyên qehreman kir ku li şerê terorîstan da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.




