26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk..Pêşmerge serkeftineke din bi dest anî..3 komelgeh û 7 gund rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê ragihand ku, di encama pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Kerkûkê de, 3 komelgeh û 7 gund hatin rizgarkirin.

Emîd Serhed Qadir Rêveberê polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro înê, li sînorê parêzgeha Kerkûkê Hêzên Pêşmerge û polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê, êriş kirin ser navendên terorîstan û di encamê de me karî 3 komelgeh û 7 gund hatin rizgarkirin.”

Qadir wiha got: “Niha jî pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge berdewam dikin û şer jî berdewam e. Hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar