25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Me rojên ji van dijwartir derbas kirine..Em naçin navçeyên sunneyan û şerê ereban nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku alîkariyên leşkerî û çekên ku ji bo Pêşmerge tên kirin û şandin ne di asta pêwîst de ne. Serok Barzanî her wiha got, me rojên ji van dijwartir derbas kirine û em naçin navçeyên sunneyan û şerê ereban nakin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel televîzyona amerîkî ya bi navê PBS, ragihand, heta niha êrişên asmanî yên Amerîka û hêzên hevpeymanên wî welatî li dijî çekdarên DAIŞê alîkariyeke baş a Pêşmerge kirine û wiha axivî: “Lê ew çekên ku ji bo Pêşmerge tên şandin heta niha ne di wê astê de ne ku em dixwazin.”

Mesûd Barzanî li ser rola Îranê di şerê DAIŞê de li Iraqê û dilgiraniya Amerîka û rojava li hember vê mijarê jî ragihand ku ew ji vê yekê dilgiran nînin wiha got: “Pêşmerge û kurd li ser prensîbekî şerê DAIŞê dikin ew jî ew e ku li kuderê êrişî DAIŞê bikin paşde venagerin, her wiha her kes û hêza ku alîkariya me jî bike em spasiya wan dikin.”

Li gorî Serok Barzanî, tişta ku niha heye û diqewime şerê DAIŞê ye û bûyer û tiştên ku dê paşê bibin û biqewimîn hîn dora wan nehatiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser îhtimala pevçûna Pêşmerge û milîsên şîe yên bi navê Heşdê Şeibî jî wiha axivî: “Ez bawer nakim alozî û pevçûn di navbera Pêşmerge û Heşdê Şeibî de çêbibe. Ji ber ku em niha bi hev re şerê DAIŞê dikin û ez hez nakim ti kes jî wiha binêre.”

Serok Barzanî, di bersiva pirsa “gelo Pêşmerge dê tevlî şerê kontrolkirina deverên erebî yên Iraqê bibe yan na” de jî diyar kir, ew her gava bizanin Bexda û artêşa Iraqê planeke wan heye û dixwazin operasyon bikin wê demê ewê jî alîkariya hêzên Iraqî bikin û wiha axivî: “Helbet ew jî girêdayî arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye. Kurd heta niha alîgirê diyalog û dîplomasiyê ne û naxwazin ti aloziyek çêbibe û bigihê asta milmilanê.”

Nûçeyên têkildar