Piştî banga Barzanî, gellek xelkê gundên Kobanê dest bi vegerê kirin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, xelkê Kobanê bi banga Serok bo avakirina bajarê wan pir dilxweş in û piştî wê bangê gellek xelk dest bi vegerê kirine. Herwiha da zanîn ku, li eniyên başûr û rojhilatê Kobanê şer bedewam dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek li ser Kobanî belav kir û tê de banga alîkariyê bo nûjenkirina wî bajarî kir.
Serok Barzanî Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê yên li hundir û derveyî welat û rêxistinên civaka sivîl û sazî û dezgehên ragihandinê û saziyên xêrxwazî û xelkê xêrxwaz û dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dikim, her kes li gor şiyana xwe li helmeta komkirina hevkariyê ya ji bo avadankirina Kobanî de beşdar bibin.
Emîd Telet Salih Zirarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Kobanê bi banga Serok bo avakirina bajarê wan pir dilxweş in û ji me re dibêjin, ên ku xema me dixwin, Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê ne. Piştî wê bangê gellek xelkê gundan dest bi vegerê kirine û bi xwe dest bi paqijkirin û nûjenkirina gund û malên xwe kirine.”
Zirarî derbarê eniyên şer jî wiha dibêje: “Li aliyê başûr û rojhilatê Kobanê (Girê Spî) hêj şer berdewam dike.”




