25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zeîm Elî: DAIŞ cîranekî xeternak e

Çavkanî: KDP.info

Rojhilatê Diclê-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Diclê dibêje, rêxistina DAIŞê cîraneke xeternak e û divê bilez were jinavbirin. Herwiha tekez dike ku, nabe DAIŞ demeke dirêj bimîne û her car êriş bike ser Pêşmerge.

Zeîm Elî Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Diclê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rêxistina DAIŞê cîraneke xeternak e û divê bilez were jinavbirin. Herwiha tekez dike ku, nabe DAIŞ demeke dirêj bimîne û her car êriş bike ser Pêşmerge.”

Elî wiha got: “Hêzên Pêşmerge deverek berfireh ji destê DAIŞê rizgar kirine û niha jî berdewam e, lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ bihêz bûye.”

Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Diclê wiha domand: “Hinek alîkarî gihîştine Hêzên Pêşmerge, lê bo azadkirina Mûsilê divê Pêşmerge bi awayekî baş were pirçekkirin.”

Zeîm Elî ragihand: “Eger biryar be ku Mûsil were azadkirin û Hêzên Pêşmerge jî di wê operasyonê de beşdar bin, divê pilaneke taybet di wê derbarê de hebe.”
 

Nûçeyên têkildar