Şêxan.. Bi xwînbexşînê piştgîriya Pêşmerge kirin

Şêxan-KDP.info- Bo piştevaniyê li Hêzên Pêşmerge, liqa 20 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şêxan dest bi helmeteke xwînbexşînê li nexweşxaneyên giştî li Şêxan kir.
Abid Nesrî ji ofîsa liqa 20 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şêxan ji malpera KDP.info re ragihand: “Bo piştevaniyê li Hêzên Pêşmerge û bi beşdariya kadirên sînorê liqa me û bi beşdariya mamoste û xelkê deverê, liqa me dest bi helmeteke xwînbexşînê li nexweşxaneyên giştî li Şêxan kir û piştre me ew xwîn şand banka xwînê li Dihokê.”
Nesrî wiha domand: “Elî Ewnî berpirsê liqa 20 û kargêrên liqê jî tevlî vê helmetê bibûn.”




