26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk.. Komelgehek û 5 gundên din ji terorîstan hatin paqijkirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Emîd Serhed Qadir rêveberê polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê ragihand ku, îro li eniya Kerkûkê Hêzên Pêşmerge çend cihekî din ji destê terorîstên DAIŞê derxistin.

Rêveberê polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Diyar e serkeftinên Hêzên Pêşmerge û lîwaya yek ya piyade ku ser bi Wezareta Pêşmerge ve ye û lîwayên taybet û hêza piştevanî 2 li sînorê Reşad berdewam dikin  û îro komelgeha Nehrewan û gundên Ebû Ekbehe, Sultan, Meriê, Mire û Meryem Beg ji destê DAIŞê rizgar kirin.”

Emîd Serhed Qadir wiha got: “Ew cihên ku Hêzên Pêşmerge rizgar kirine, deştekî berfireh e û 10 km birî ne, û terorîstên DAIŞê reviyane.”

Rêveberê polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed wiha domand: “Tîmên pûçkirina bombe û mayînan gihîştine deverê û karê xwe dikin.”

Nûçeyên têkildar