25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şeşo: Beriya meha nîsanê dê tevahiya Şingalê were azadkirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, berdewam û ji çend aliyekî ve çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge dikin, lê her zû tên şikestin. Herwiha tekez dike ku beriya meha nîsanê dê tevahiya Şingalê were rizharkirin.

Qasim Şeşo ku fermandarekî Hêzên Pêşmerge ye li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “berdewam û ji çend aliyekî ve çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge dikin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan didin û wan êrişan têk dibin.”

Şeşo wiha got: “Terorîstên DAIŞê ti çarî serneketine. Dema ku serokatiya leşkerî pilaneke bihêz amade bike dê zû Şingal were azadkirin, lê helbet beriya meha nîsanê dê tevahiya Şingalê were rizharkirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Roj bi roj terorîstên DAIŞê kêm û lawaztir dibin. Herwiha li hemû eniyan tên şikestin û jinavdiçin.”

Nûçeyên têkildar