26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Paul: Ez soza dewletbûne didim kurdan..Ezê bo Kurdistanê sînorên nû deynim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Senator Rand Paul ku ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yek ji namzedan e ragihand ku, divê ji bo serxwebûna kurdan derfet bên dabînkirin û ragihand ku, ewê ji bo Kurdistanê sînorên nû deynim û ew soza dewletbûnê dide kurdan.

Rand Paul ji Breibart Newsê re got piştevaniya Amerîka heta niha dayî kurdan kêm e û pêwîst e li hemebrî DAIŞê  zêdetir çek ji bo kurdan bên şandin.

Paul anî ziman şervanên herî baş kurd in û wiha domand: “Çekên ji bo kurdan tên şandin diçin Bexdayê û li wê derê hin çek tên dizîn û paşê çek digihjîn Kurdan. Divê ji bo kurdan çek yekser bên şandin.”

Paul amaje kir ku divê ji bo kurd dewleta xwe ava bikin derfet bên peydakirin û wiha pê de çû: “Ezê ji bo Kurdistanê sînorên nû çêbikim û ez soza dewletbûnê didim wan. Ez bawer dikim ku heger em dewleta wan radestî wan bikin ewê bihêztir li dijî rêxistinên tundraw şer bikin. Bêguman gotina vê yekê ji pêk anîna wê hesantir e. Herwiha ji bo avakirina dewletek nû divê hin dever ji Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê bên standin.”

 

Nûçeyên têkildar