26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mûsil.. Navenda serekî ya DAIŞê hat jinavbirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Firokeyên hevpeymaniya navdewletî pêgeha serekî ya rêxistina DAIŞê li nava bajarê Mûsilê jinav birin, di wê pêgehê de bi dehan serkirdeyên wê rêxistinê hebûn û hatine kuştin.

Wezareta Bergiriyê ya Iraqê dîmeneke vîdyoyî belav kir ku têde derdikeve firokeyên hevpeymanan operasyonekê li dijî pêgeha serekî ya kontrolê ya DAIŞê li bajarê Mûsilê pêk tînin.

Li gor ku Wezareta Bergiriyê ya Iraqê ragihandiye, ew pêgeh ji aliyê serkirdeyên DAIŞê ve wek navenda serekî dihat bikar anîn, wek pêgehek prasatî ji aliyê ewlekarî û leşkerî ve jî dihat zanîn.

Wezareta navborî aşkere kiriye jî ku, bi sedema jinavbirina wê pêgehê jî, karîna leşkerî ya DAIŞê qels bûne û “36 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin û 11 otombîlên leşkerî j hatin jinavbirin, herwiha 11 pêgehên din ên DAIŞê hatin bombebaran kirin.”

Nûçeyên têkildar